Dile Min Palgeh e Ji Işqe Re

Stok Kodu:
9786054497027
Boyut:
140-210
Sayfa Sayısı:
432
Basım Yeri:
Diyarbakır
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2010
Kapak Türü:
Karton
Kağıt Türü:
2.Hamur
Dili:
Kürtçe
%20 indirimli
6.95
5.56
9786054497027
550238
Dile Min Palgeh e Ji Işqe Re
Dile Min Palgeh e Ji Işqe Re
5.556
Dilê Min Palgeh e Ji Işqê Re, Hemû Berhema Berken Bereh derket!

Helbestkar Berken Bereh di çaryeka dawî ya sedsala çûyî de bûye yek ji wan kesên ku pirên helbestî ava kirine. Bereh jî bi helbesta xwe ve di navbera rabirdûya me ya nêzîk a wêjeyî û nifşê Rewşenê yê salên 90'î de pirek ava kiriye. Bereh niha jî bi sercema helbestkariya xwe, bi Dilê Min Palgeh e Ji Işqê Re, Hemû Berhema xwe ve gihişte xwendevanên Kurdî.

Berken Bereh helbestkarekî Kurd e, yê ku di riya peydakirina kilamên nû yên civaka xwe de, ji aliyê lêgerîn, vekolîn, kefteleft û jixwexwînberdanê de tu timatî nekiriye. Bereh bi aramî, bi teqleke mişt bi bizava zimanê Kurdî, doza peydakirina bedewiya zimanê Kurdî, bilaşûgewdekirina wê û parastina wê dike. Bereh, ji ber birrek helbestên xwe, timî silavê dide nifşê piştî xwe û hema ji ber haikuyên xwe yên delal, li ser riya helbestê tu tirs û şayîşa wî tuneye di mijara xweguherandin û veguherandinê de.

Xwendevanên Kurd ên helbesthez dê bi riya Dilê Min Palgeh e Ji Işqê Re, Hemû Berhema Berken Bereh ve bi her awayî helbestkarekî bervekirî yê ku dildarê civaka xwe ye bibînin û bixwînin.

Weşanxaneya Lîsê magnum opus, ango hêjatirîn berhema helbestkar Berken Bereh, Dilê Min Palgeh e Ji Işqê Re, Hemû Berhem bi şanazî pêşkêşî wêjeya Kurdî û helbesthezên Kurd kir.

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat