Du Zimani

Stok Kodu:
3002679100179
Boyut:
135-195
Sayfa Sayısı:
117
Basım Yeri:
İstanbul
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2000
Kapak Türü:
Karton
Kağıt Türü:
2.Hamur
Dili:
Kürtçe
%20 indirimli
2.78
2.22
3002679100179
83299
Du Zimani
Du Zimani
2.223
Duzimanî' ! Di ferhenga Saziya Zimanê Tirkî de wateya "duzimanî"yê wiha hatiye dayîn: "Xwediyê du zimanên cihê bûyîn, xwediyê karîna xwendin û nivîsandina bi du zimanên cihê bûyîn. 4 Helbet ev wate ji bo derbirina duzimaniya ku ji bo vê pirtûkê bûye mijar têrê nake. Li ser terîfa duzimaniyê lihevkirineke giştî tune ye. Cuma Çîçek jî di nivîsa xwe ya navborî de vê rastiyê destnîşan dike û wiha pê de diçe, " Her çi qas peyva "duzimanî" zanîna du zimanan a kesek an jî komekê nîşanî mirov dide jî li ser asta-kûrahiya, besbûna zanînê lihevkirinek tune ye. Li gorî hin kesan, duzimanî bi giranî, li gorî faktorên wekî besbûnî û bikêrhatîbûnê, di kategoriyên cihêreng de, wekî îdeal-qismî, birêkûpêk-bihevketî dikare bê ravekirin, tarîfkirin." mijara duzimaniyê hildaye dest de li bersiva van pirsan digere û li ser duzimaniya kurdan dibêje, "...heta ku duzimaniya asîmetrîk a di hemû qadên jiyanê de (mal, malbat, bazar, cîran, civak, dibistan, çapemenî, bazar, xizmetên cemawerî (dewletê), xebatên çand, huner, ol û hwd.) hebe û berê wê yê ber bi tirkî ve neyê berevajîkirin da ku berê xwe bide zimanê kurdî, ne gengaz e ku zimanê kurdî hebûna xwe biparêze." Bi nivîsa Cuma Çîçek re malpera Diyarnameyê mijar kire rojeva nivîskarên kurd û nîqaşeke berfireh da destpêkirin. Di çarçoveya nîqaşa duzimaniyê de 26 nivîs di malperê de hatin weşandin. Nivîskarên kurd her yekî ji hêla xwe ve mijar hilda dest û bîr û boçûnên xwe anîn zimên. Belkî jî cara yekem e ku nivîskarên kurdînûs wiha mijarek bi berfirehî girtin rojeva xwe. Îcar me xwest ku em wan nivîsan di pirtûkekê de bicivînin û pêşkêşî raya giştî ya kurd bikin. Berî ku em derbasî nivîsên navborî bibin, em ê hewl bidin ku bi kurtasî li ser terîfa duzimaniyê û sedemên wê hin agahiyan bidin. Di Ansîklopedî û Ferhenga Larousseya Mezin de wateya duzimaniyê wiha hatiye dayîn: Rewşa kesê ku karîna bi awayekî herikbar axaftina bi du zimanên cihê bi dest xistiye (duzimaniya takekesî); rewşa civakekê, herêmekê yan jî welatekî ku du ziman lê tê axaftin. -ANSÎKL. Duzimanî, rewşeke ku pareke mezin a civakên li ser rûyê dinê eleqedar dike ye; li ser rûyê erdê, di qadên neteweyî de hema hema li tu derê dema ku mirov bi wateyeke teng lê mêze bike, rewşeke tekzimanî tune ye (Li Ewropayê tenê du rewşên li derveyî vê pîvanê hatine diyarkirin: dewleta Îzlanda û San Marîno) û gelek dewlet bi awayekî fermî pirzimanî ne (Swêd, Belçîka, Yugoslavya, Fînlandiya, Yekitiya Sovyetan, gelek dewletên Afrîkayî hwd.) 5 Wekî ku ji van her sê mînakan jî tê fêmkirin, ji bo kes an jî civakeke di jiyana xwe ya rojane de du zimanan bi awayekî herikbar, bi rêk û pêk bi kar tîne, mirov dikare têgiha duzimaniyê bi kar bîne. Ji ber ku mijara me ne duzimaniya kesane ye, em bi terîfa Ansîklopedî û Ferhenga Larousseya Mezin a der barê duzimaniya civakan de berdewam bikin; "Dema ku têgiha duzimaniyê ji bo civakekê tê bikaranîn, li ser bingeheke wekhew (herî kêm di warê sazîtî an jî hiqûqî de) bihevrebûna zimanên navborî di nava xwe de dihebîne. Di rastiyê de rewşa ku herî zêde derdikeve pêşberî mirov, têkiliya di navbera her du zimanan a li ser bingeheke newekhew de ye; sedemên dîrokî yên duzimaniyê, sedemên sereke ne ku rê nadin bi temamî duzimanî di meriyetê de pêk were.

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat