Gengeşe Û Sedemen Eyva Ku Êzdi Bilvnakin

Stok Kodu:
9786056392627
Boyut:
135-195
Sayfa Sayısı:
203
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2013-12
Kapak Türü:
Karton
Kağıt Türü:
2.Hamur
Dili:
Kürtçe
%20 indirimli
5.40
4.32
9786056392627
563412
Gengeşe Û Sedemen Eyva Ku Êzdi Bilvnakin
Gengeşe Û Sedemen Eyva Ku Êzdi Bilvnakin
4.32
kemal tolan, bi kurmanciya xwe yî henûn û herikbar tabloyek ji me re nîgar kiriye; ev tablo, him derhişê me diteyisîne, him binhişê me. him vebêj e, him şanîdar. gava ku em dixwînin, em xwe dibînin, gava ku em temaşe dikin, em xwe dixwînin. me him bi belengazî û bindestiya me dihesîne û him bi barbariya me. me him bi bindestiya me dihesîne û him bi bindestiya bindestiya me. her rûpelekî vê tabloyê, qatekî rastiya me ye; em her rûpelqatekî û qatrûpelekî diqulipînin, em sûretekî ji sûretên xwe dibînin; rûpelek, mişt melo-dram; rûpelek, tijî tecawiz, neheqî û kevneperestî; rûpelek, xetimî ye ji azar û êşê, rûpelek, gewimî ye ji ricimandin û talankeriyê.
qatek ji ser qatekî radibe û em, me dibînin; em rastiya rûçikê xwe dibînin; em bisilmaniya xwe yî barbar dibînin; em ezdahîtiya xwe yî saf î bêguneh dibînin. hew rêya mikurhatinê li ber me vekirî dimîne: dîtin û mikurhatina me, ma'dê me ji me dixelîne; em rûrreşiya bisilmantiya xwe yî zordest dibînin; em birakujiya xwe dibînin; em destên xwe yî bi xwîn dibînin. xwîna birayên me yî êzîdî ji serê tillîkên me diniqite; bêhna talanê ji destên me tê? û em dibînin, dixwînin, dihisînin...
em qatekî ji ser qatekî, rûpelekî ji ser rûpelekî radikin, diqulipînin:
dil û hişê kemal tolan, li dîwana qesra bîra me dinihirîne:
liyan e, dilê min xemxwirî liyan e
birayên min î bisilman rahiştine şûr û mertalê dijminan e
bi xezeb digirin ser me êzdiyan e
bi darê zorê qîzên me vediqetînin ji ber pêxîlên dêyan e
gotinên neqenc dikin ji bo ola me û tawiz-î melek, dilê min liyan e
me diqewirînin ji welatê bav û kalan talanên me dimîne bi wan e
dilê min liyan e, oooûyyyy, dilê min liyan e!

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat