Kurden Merwani Di Tarixu Meyyafariqine Ya İbnu'l-Ezreq El - Fariqi De

Stok Kodu:
9786052246573
Boyut:
135-215
Sayfa Sayısı:
136
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2020-08
Kapak Türü:
Karton
Kağıt Türü:
Kitap kağıdı
Dili:
Türkçe
%20 indirimli
6.00
4.80
9786052246573
507195
Kurden Merwani
Kurden Merwani Di Tarixu Meyyafariqine Ya İbnu'l-Ezreq El - Fariqi De
4.8
Lêkolîna Ahmet Seyari a bi navê "Kurdên Merwanî / Di Tarîxu Meyyafariqînê ya Îbnu'l-Ezreq el-Fariqî de" derket.

Kitêba Îbnu'l-Ezreq ya bi navê Tarîxu Meyyafariqîn çavkaniya yekem e ku bi berfirehî der heqê kurdên Merwanî de agahiyên girîng dide. Beşeke serbixwe ya pirtûkê der heqê kurdên Merwanî de hatiye nivîsîn. Tarîxu Meyyafariqîn ji aliyê Îbnu'l-Ezreq ve di sedsala XIIan de hatiye nivîsîn. Nivîskarê berhemê, Fariqî, di serdema Artûqiyan de di rêvebiriya dewletê de cih girtiye û karê rêvebiriya weqfan meşandiye.

Mijara vê xebatê dîrok, çand û şaristaniya kurdên Merwanî di Tarîxu Meyyafariqînê ya Îbnu'l-Ezreq de ye. Xebat, bingeha xwe ji tezeka lîsansa bilind digire ku ev tez di sala 2016an de li zanîngeha Mêrdîn Artukluyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de hatiye nivîsîn.

Ev pirtûk ji destpêkekê û sê beşan pêk tê. Di destpêkê de armanca xebatê û sedema hilbijartina mijarê hatiye vegotin û der heqê mijar, çarçove, rêbaz û çavkaniyên xebatê de agahî hatine dayîn. Di beşa yekem de der heqê jiyana Îbnu'l-Ezreq el-Fariqî, bajar û welatên ku li wan geriyaye de agahî hatine dayîn. Di beşa duyem de behsa rêvebiriya kurdên Merwanî û serdema mîrên Merwaniyan hatiye kirin. Mijara beşa sêyem Çand û Şaristanî di Serdema Kurdên Merwanî de ye. Di vê beşê de taybetiya çand û şaristaniya kurdên Merwanî hatiye vegotin.

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat