Parisabad

Stok Kodu:
9786055585341
Boyut:
130-195
Sayfa Sayısı:
104
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2010
Kapak Türü:
Karton
Kağıt Türü:
2.Hamur
Dili:
Kürtçe
%20 indirimli
2.78
2.22
9786055585341
139167
Parisabad
Parisabad
2.223
Kitêba Fawaz Husên a bi navê Parîsabad di nav weşanên Avesta de derket. Di Parîsabadê de, di van kurteçîrokan de ku mirov dikare wan wek beşên romaneke hevgirtî bixwîne, Fawaz Husên li ser mijara derbideriyê, li Ewropayê û bi taybetî li ser Parîsê, dinivîse. Di destexaniyê xwe de, li qata heftan, li bajarê Parîsê, bîranînên min wek libên tizbiyek kehreban di destê deqandî yê kalemêrekî de didin dû hev. Li Porte des Lilasê, ez hem hespekî textînî me, hem jî ew lawikê ku lê siwar bûye. Ji bîst û pênc salan ve ku ez ji deşta Mêrdînê dûr ketime, ez bawer dikim ku hespê min bi çargavî dinyayê li bin guhê hev dixîne, lê ew bi rastî di cîhê xwe de dimîne û di defa sînga Amûdê de diçe xwarê. Ez bawer dikim ku ez li Parîsê me, li paytextê Fransayê me, lê ez hema erd û zeviyên gundê Kurdoyê dipîvim û xwe ji serê girê wî digindirînim. Erê ez li kêleka çemê Seinê dijîm, û ji do êvarê de pir diçelmisim, lê ez bi roj û şevan dikevim çemê zaroktiya xwe û ez di hembêza bavê xwe de ajne û sobahiyê dikim. Fawaz Husên Li gundekî ji derdora Amûdê hatiye dinyayê. Ew li Amûdê mezin dibe û xwendina xwe ya seretayî, amadeyî û navîn lê dixwîne. Paşê, ew beşê edebiyata fransî li zanîngeha Helebê hildibijêre. Di sala 1978an de, ew digihêje Parîsê û li Sorbonnê xwendina xwe ya bilind di sala 1988an de diqedîne û dibe doktorê ziman û wêjeya fransî. Fawaz Husên anuha mamosteyê zimanê fransî ye li wezareta perwerdekirinê, li şaredariya Parîsê û li zanîngeha Sorbonnê. Ew endamê rêxistina nivîskarên Fransayê ye û hem bi fransî, hem bi kurdî dinivîse. Parîsabad berhema wî ya nehan e ku bi yekî ji van herdu zimanan çap dibe. Di Parîsabadê de, di van kurteçîrokan de ku mirov dikare wan wek beşên romaneke hevgirtî bixwîne, Fawaz Husên li ser mijara derbideriyê, li Ewropayê û bi taybetî li ser Parîsê, dinivîse.

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat